17 Şubat 2018

Rawestgeha Nihêrîna Li ‘Ezmên



Şiir(Helbest): Turgut Uyar

Çeviri(Werger): Kamuran Demir


Em herdu ji nişka ve dibe ku şa bin em li ‘ezmên binihêrin
Ji van roniyên revok, ji van şewenderan
Ji diranên bebikan ji tavan ji giyayên biyan
Van çavên min ên bêrawest ez xerc dikim hilde xilas bike
Van destên min ên di geran de ne ên newêrek bigire
Ji van malan derbas bibe ji van malan jî ji van jî
Em li ‘ezmên binihêrin

Em ê niha werin filan rawestgehê em li ‘ezmên binihêrin
Em ê bibêjin yekî peya be heye otobês wê bisekine em ê peya bin
Ev tarî wiha baş e eferim ji Yezdan re
Her kes bila rabikeve xweş dibe kêfa min tê pê re
Diz û polîs tî û birçî bila rabikeve
Her kes bila rabikeve tenê te ranazînim yek jî ez ranazim
Her kes tune be em ê bibin em em ranekevin
Jixwe em serxweş in jixwe em hev radimûsin li kolanan
Min berde em li ‘ezmên binihêrin

Di van destên te de çi heye ez nizanim em li ‘ezmên binihêrin
Her ku digirim xurt dibim qerebalix dibim
Ev çavên te yên zemanên berê ye mîna tenêyan mîna daran
Ji bo avên min germ bibin ez lê dinihêrim germ dibin
Min te hilda anî vî cihê erjeng
Bêhesab paceyên te hebûn min lib lib ew girtin
Ji bo tu li min vegerî min lib lib girtin
Cihekî em jê venegerin bi’ecibîne wekî din zor e
Yek destên te yek destên min bes em hîn bin bila bes be
Min te hilda ji bo xwe veqetand nesekine xwe bîne bîr
Nesekine xwe bîne bîr
Nesekine em li ‘ezmên binihêrin
     

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder