Helbest: Küçük İskender-Sen Sevdanı Helal Et
Werger: Kamuran Demir-Tu Evîna Xwe Helal Bike
Tu Evîna Xwe Helal Bike
Ew guşî bi guşî bedewiyên ku ji zarokan re hewes bûyî bûn
Bayên şûr alastin helbestên replîkên wan ên penbe. min heta destê xwe jî nedayê..
Min got ku: ev notira hezê ye; helbet wê rojekê bi dawî bibe!
Ji devê biharê ji ezman re vala bû gilêza tundiya min a azad
Wek xal tirs tune bû di zimanê min de, ten ê te de pêtiyên belhizok yên veqetanê!
Me şipîşil xwe veşart rengên bêriyê re, rûyê me de hîv mezin bû
Min te zû ve efû kir, tu evîna xwe helal bike!
Me şorindên xayîntiyê da li kursiyên reş ên hemû bajaran
Li ser me awaza bi jehr ya jiyanên şerpeze
Ez dojehê wek hevnavê xwe hîn bûm, ricifîm, min tenê stêrkek hîs nekir!
Mîna du mêşên ku destê wan di hev de û bi hev re difirin me xwe danî li eniya Ferîşteyên zerardar
Me baskên xwe li hev xist!. Me baskên xwe li hev xist!. Ax! Em nefirîn!
Min te zû ve efû kir, tu evîna xwe helal bike!
Erdhejên wiha re amade be!.. Te digot!. Divê tu ber xwe bidî!.
Divê tu wek cengawerên ku ji qêrînên xwe yê dawî re amade dibe li bendê bimînî!.
Min birayên xwe yên egîd di çiyayên ku hatin azardan de wenda kir, digirîm!.
Di her dawiya serkeftinê de, wek leşkerên têk çûyî ez ji sermilkên xwe dibim!.
Çiqas destên ecêb ên xwestina min a dilpakiya min heye.. çi ecêb e, destên wê yên hêzdar.. Fêm bike!.
Min hilde, dilê te dilê te dijmin nagihîje qelaçên wê de, di qefayên xwe de veşêre!.
Xelas bû.. Xelas bû.. Evîneke hawî, civanekê hawî min ji kendalan berjêr dehfand!.
Min te zû ve efû kir, tu evîna xwe helal bike!
Mirin e ev! mirova ji direfşên wan dihejîne û herwiha dimeşe
Gava ku tu tî birçî dihêlî xwîna te dimêje û herwiha zêde dibe!
Niha janek deng li te dike ji hevrazên dengê kemana şewitî
Di lêvên min de dirize efsûna qezayên li dû hev, a terikandinan
Pitika min a ku bêhna hinaran jê tê! Pitika min a ku bêhna berfa germ jê tê!
Êdî, şerê min emanetî dilovaniya te, emanetî çavên te yên sor bûyî
Pêçiyên min ên çovê aştiyê dîsa jî porên te yên şîregerm, ên xezalî digere
Min.. min te zû ve efû kir, tu... tu evîna xwe helal bike!
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder