15 Haziran 2021

Danasîna Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî

Berhema Kemal Tolan a dîrokî ya ku bi navê "Danasîna Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî" bi edîtoriya Kamuran Demir ji Weşanên Na derket.



"Ev pirtûk -her wekî ku ji sernavê wê jî diyar e- bi awayekî kitekitî, bi çavkaniyên nivîskî û zindî behsa dîroka welatê Xaltan dike. Xalta kê ne, ew li ku dijîn, têkiliya wan Ûrartûyan heye an na, ev êla Kurd a kevnar di kîjan serdemên dîrokî de tên dîtin û ew li ku belav bûne, navê wan di nav gel û xwezayê de heye an na?.. Di pirtûkê de ev pirs û gelek pirsên di derbarê Xaltiyan de tên bersivandin. Zoro Axa kê ye, ji ku ye, wî koçî ku deran kiriye, endamên malbata Zoro Axa kê ne, ew ketine kîjan şeran?.. Herwiha ev kesayetê girîng jî bi vê pirtûkê bi her awayî tê nasandin û êdî dikeve bin qeydan. Tolan di destpêka pirtûkê de kelecana xwe wiha îfade dike: “Ez vê berhema xwe ji bo tevaya wan keç, law, dê, bav û kalên me Xaltiyan dikime diyarî…”

Kemal Tolan di vê pirtûkê de cih dide gelek wêne û nexşeyan, vegotina xwe bi van wêne û dîmenên hêja dixemilîne. Tiştekî balkêş ê din jî ev e ku Tolan 16 rûpelên dawîn ên pirtûkê bi çavkaniyên cûr bi cûr tijî kiriye. Ev jî nîşan dide ku xebata wî bi kedeke têr û tijî hatiye amadekirin.
Herwiha Xerzî Xerzan û Egît Yazar bi nivîs û lêkolînên xwe piştgirî dane vê xebatê. Kemal Tolan gelek serpêhatî, stran, anekdot û bîranînên cûr bi cûr berhev kiriye û tevî pirtûkê kiriye."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder