03 Ağustos 2015

Cudahiyên Di Nav Min û Resûlullah De


Helbest: Ah Muhsin Ünlü
Werger: Kamuran Demir



Cudahiyên Di Nav Min û Resûlullah De


Resûlullah mirovekî super bû, ez ne ewqas im.
Resûlullah ger ku di rê de Ebû Bekir bidîta digot ‘Es Selamû ‘Eleykum Ya Siddiq’,
ez di rê de Ebû Bekir bibînim nas nakim.
Resûlullah qet derew nedikir; ez dema ku dayika min mir qet negiriyam.
Ez dema ku dayika min mir gelekî giriyam lewra divê we bidîta
dayika min dema ku ji qirika xwe dikir xirrîn çawa xwê dida.

Resûlullah ger ku Ezraîl di rê de bidîta dê nas bikira;
min ger ku Ezraîl li cem dayika xwe bidîta çend gotinên min wê hebûna
min ê bigota ku bibore lêbelê ew a ku tu digivêşî qirika dayika min e.

Ger ku Resûlullah bûya min ji wî re ev bigotana ew ê berkenî bibûya li ber min
ew ê berkenî bibûya li ber min min ê ji wî re bigota ku, bila dayika min û bavê min bibin canfidayên rêya te ya Resûlê Xweda;
lêbelê ev ferîşteyê mezin, digivêşe qirika dayika min, gelo em nikarin tiştekî bikin?

Resûlullah ger ku li wir bûya dê destê dayika min bigirta û dê bigota ku ‘Keça min de li ber xwe bide’;
ez ger ku li wir bûma min ê destê dayika xwe bigirta û min ê bigota ku ‘Dayika min gelo tu nemire…’

Ez li wir bûm min destê dayika xwe girt û min got ku ‘Dayika min, min te…’;
Dayika min li min vegerî û wilo li min nihêrî ku divê we ew nihêrîn bidîta.

Resûlullah ger ku wê nihêrînê bidîta dê ji ber merhemetê bigiriya;
min ew nihêrîn dît ez ê ji ber tirsê ji xwe ve biçûma lêbelê dayika min destê min girt.

Çi ecêb e, dayik heta dema ku dimirin jî zarokên xwe
Dayik heta dema ku dimirin jî destên zarokên xwe bernadin çi ecêb e…

Resûlullah mirovekî gelek bextewar e
dema ku dayika wî mir ew biçûçik bû;
dema ku dayika min mir ez ne biçûcik bûm,
jixwe ez yekî bextewar jî nîn im, fîlmên min kar nakin.

Dayika min nû mir herhal zêde neçûye dûr!

Min got ne mimkûn e dema ku dayika min nefesa xwe ya dawî stend û neda
Xwezî bida û min ew hilda, dilê min fireh bûya, we jî bidîta
Xwezî Resûlullah destê dayika min bigirta û ew bi tevatî ji çolê derbas bûna
Jixwe Resûlullah jî mirî ye dayika min jî mirî ye.




Hiç yorum yok:

Yorum Gönder