“Dengbêjî,
Ez
qala dengbêjên xwe bikim ji we re. Erê, dengbêj, dengbêjên min, dengê dengbêjên
min, kelama wan, zimanê wan. Ez qala van bikim ji we re. Lêbelê berî
destpêkirina vegotina dengbêjên min pêşiyê ez diyar bikim ku dengbêj çi ye,
kî/ê ye, çi diafirîne.
Di
Kurdiya ku zimanê min ê zikmakî ye, de deng tê wateya ses*. Bêj jî yê/a ku
şikil dide deng, yê/a ku deng derdixe ye. Yê/a ku deng şên dike ye, yê/a ku
deng dike zindî ye. Hosteyê/a ku deng ji xwe re kiriye pîşe ye, mirovê/a ku
mekanê wî/ê bûye deng e.
Dengbêj,
yê/a ku bêhn û jîn dide deng e.
Dengbêj,
yê/a ku deng dike kelam, dike kilam e.
Dengbêj,
yê/a ku dibêje, yê/a ku vedibêje ye.
‘Eynî
mîna Homerosê dengbêjê yekem ê wêjeya nivîskî. ‘Eynî mîna gotina Homerosê hosteyê
gotinan ê yekem, a ku wî dema dest bi Îlyadayê kiribû gotibû; “Bibêje,
Xwedawend, hêrsa Akhîlleûsê kurê Peleûs bibêje. Ji Akhayan re êşên li dû hev ew
hêrsa ku qehr dike anî, pirr canên mezin
ên egîdan wî avêt Hadesê, laşên wan xiste êm ji guran re, ji çivîkan re…”
Bibêje
xwedawend, xwedawenda Homerosê dengbêj ê kor bibêje… Ango deng bîne ziman, bêhn
bide deng, deng bike kelam, rîtim bide deng. Û Aoîdos, Aoîdosên ku Homeros bi
hezkirinî qala wan dike. Ango xwediyê deng, yê ku deng dike kelam, yê ku
dibêje; yê ku deng, kelamê ji xwe re dike pîşe; yê ku bi deng ve dibe yek, yê
ku deng, kelamê ji xwe re dike jîn. Ango xwedawend; Moûsa, Mnemosînes;
xwedawenda parêzvana hiş, ya fikir, ya bîrê; xwedawenda nîşana afirîneriyê.
Ango
dengbêj; yê/a ku dibêje, yê/a ku gotinê dinexşîne, yê/a ku bîrê zindî dihêle,
heta yê/a ku bi xwe bîr e.
Lêbelê
terîfa dengbêj ne bi tenê evqas e, evqas (gotin) ji bo terîfkirina degbêjekî/ê
êpê kêm e; dengbêj yê/a ku tenê şikil dide deng, yê/a ku tenê wî dibêje nîn e,
di heman demê de yê/a ku deng dike stran, dike muzîk e jî. ‘Eynî mîna
xwedawenda Homeros: Bibêje, xwedawend. Ango wek stran, wek kilam, bi rîtimekê
ve, bi meqamekê ve, bike muzîkekê û bibêje. Bibêje, hêrsê bibêje, hêrsê
bigihîne guhdaran, kelamê mîna moriyekê rêz bike, mîna ku gewherfiroşek elmasê
dinexşîne, kelamê binexşîne, bi şikilê gotinê ve kelamê xurt bike, kelamê bike
kilam û herwiha deng li dilê, li ruhê guhdaran bike.
Erê,
dengbêj, ango xwedawenda Homeros. “xwedawend”a ku şikil û rîtim, jîn û hest dide
deng; ya ku bi dil û canê xwe ve kelamê, peyvê terbiye dike, wan coş dike,
hêzeke ku teselî dike, ya ku wan dike çavkanî...
Va
ye dengbêj ev e; zimanek e ji mirov re, ji mirovahiyê re; deng e, nefes e ku
nasnameyê, dîrokê, xwebûnê, bîrê dide; çavkanî ye ku mirov, mirovahiyê,
vebêjeya mirovî, çax bi çax, dem bi dem, dike çemekî bênavber.
Dengbêj;
hosteyê/a pênûsê, yê/a kilamê.”
*Bi Tirkî ye, ‘deng’ e.
*
"Dengbêjlik
Size dengbêjlerimi anlatayım.
Evet, dengbêj, dengbêjlerim, dengbêjlerimin sesi, kelamı, dili. Bunları
anlatayım size. Ancak dengbêjlerimi anlatmaya başlamadan önce ilkin dengbêjin
ne olduğunu, kim olduğunu, ne yarattığını belirteyim.
Anadilim Kürtçede deng sestir.
Bêj ise sese biçim verendir, sesi söyleyendir. Sese ruh kazandıran, sesi canlı
hale getirendir. Sesi meslek edinmiş usta, mekanı ses olmuş insandır.
Dengbêj, sese nefes ve yaşam
verendir.
Dengbêj, sesi kelam, kılam, müzik
haline getirendir.
Dengbêj, söyleyendir, anlatandır.
Tıpkı yazılı edebiyatın ilk
dengbêji Homeros gibi. Tıpkı ilk söz ustası Homeros’un İlyada’ya başlarken
söylediği gibi; Söyle, tanrıça, Peleusoğlu Akhilleus’un öfkesini söyle. Acı
üstüne acıyı Akhalara o kahreden öfke getirdi. Ulu canlarını Hades'e attı nice
yiğitlerin, gövdelerini yem yaptı kurda kuşa...
Söyle tanrıça, kör ozan
Homeros'un tanrıçasını söyle... Yani sesi dile getir, sese nefes ver, sesi
kelam haline getir, sese ritm ver. Ve Homeros'un severek sözünü ettiği Aoidos,
Aodioslar. Yani sesin sahibi, sesi kelam haline getiren, söyleyen; sesi, kelamı
meslek edinen; sesle bir olan, sesi, kelamı yaşam haline getiren. Yani tanrıça;
Mousa, Mnemosines; aklın, düşüncenin, belleğin koruyucusu, kollayıcısı tanrıça;
yaratıcılığın simgesi tanrıça.
Yani degbêj; söyleyen, sözü
nakşeden, belleği canlı, diri tutan, hatta bellek olan.
Ancak dengbêjin tanımı sadece bu
kadar da değil, bu kadarı bir dengbêji tanımlamak için oldukça eksik; dengbêj,
sadece sese biçim veren, onu söyleyen değildir, aynı zamanda sesi stran, müzik
haline getirendir de.Tıpkı Homeros'un tanrıçası gibi: Söyle, tanrıça. Yani
stran, kılam olarak, bir ritm, bir makam eşliğinde, bir müzik haline getirerek
söyle. Söyle, öfkeyi söyle, öfkeyi dinleyiciye ulaştır, kelamı bir inci gibi
dizerek, bir kuyumcunun elması işlemesi gibi, kelamı işleyerek, söyleyiş
biçimiyle kelamı güçlendirerek, kelamı kılam haline getirerek dinleyicinin
yüreğine, ruhuna hitap et.
Evet, dengbêj, yani Homeros’un
tanrıçası. Sese biçim ve ritim, yaşam ve duygu veren; kelamı, sözcüğü gönül ve
yüreği ile terbiye eden, coşturan, teselli eden bir güç, bir kaynak haline
getiren “tanrıça…"
İşte dengbêj bu; insana,
insanlığa bir dil; kimlik, tarih, benlik, bellek veren ses, nefes; insanı,
insanlığı, insani anlatıyı, çağlar boyu, zamanlar boyu, kesintisiz bir çağlayan
haline getiren kaynak.
Dengbêj;
kalem ustası, kılam ustası.”
Mehmet Uzun
[Wergera Ji Tirkî/Türkçe'den Çeviri: Kamuran Demir]
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder