30 Aralık 2013

Malpera http://www.xeberenkurdi.com bi Kamuran Demir re hevpeyvînek pêk anî. Hevpeyvîn li ser Wergera Îlyadayê bû:

Girêdan:   http://www.xeberenkurdi.com/HD16944_lyada-berhemek--dengbj--homeros-e.html

Hevpeyvîn:

-Em dixwazin derbarê serpêhatiya Kamuran Demir de agahdar bibin?
 -Ez li İzmirê di Zanîngeha Dokuz Eylülê Beşa Mamostetiya Tirkî de xwendekar im. Bi zimanê Kurdî û Tirkî, li ser wêjeyê, bi giştî li ser helbest û wergeran dixebitim. Serpêhatiya min a jiyanê li Agiriyê dest pê kir. Piştî dibistana navîn em hatin İzmirê. Ez hê li İzmirê dijîm.

-Sedema wergerandina Îlyada çi ye?
-Îlyada, berhemeke bêhempa û nemir ya "Dengbêj" Homeros e. Di vê destana mezin de şerê Troyayê bi awayekê bandorker tê vegotin. Ev destan ji 24 beşan, bi gotineke din, ji 15.693 risteyan pêk tê. Homeros, B.Z. di salên nêzî 700 an de destan nivîsiye. Dema ku mirov bala xwe dide dîroka nivîsîna destanê û taybetmendiyên wê meziniya wê bi rastî jî tê dîtin. Îlyada, heta niha di her zimanê mezin de hatiye xwendin, îro di her zimanê mezin de hatiye hezkirin. Sedama xwesteka me ya wergera vê destanê, nîşandana gewretiya Zimanê Kurdî bû. Û di dawiyê de gelekî xweş jî bû. Ez dikarim bibêjim ku tama di Îlyadaya Kurdî(ya Kurmancî) de heye, di ti zimanî de tune ye; lewre Kurdî zimananekî dengbêjkî ye. Di Îlyadayê de jî jixwe şer û efsane mîna ku dengbêjek bibêje tê vegotin.

-Li hemberî Îlyada eleqaya we kengê dest pê kir?
 -Bi nasîna bastannas Fecrî Polat ku em li ser Îlyadayê bi tevatî xebitîn. Berê me pirtûka Rüstem Aslan ya li ser zarokan ya bi navê Serboriya Troîa wergerand ku ev pirtûk bi Zimanê Kurdî pirtûka yekem ya rêberiya geşta arkeolojîk û ya zarokan a arkeolojîk bû. Paşê hevalê min ê wergerê Fecrî Polat ji min re qala projeyekê kir. Ev Îlyada bû. Gorî tespîtên me Îlyada herî berhema girîng ya epîk bû û Kurdî jî zimanê herî epîk yê zindî bû. Daxwaza me ya Kurdîkirina Îlyadayê wiha, berî salekê dest pê kir.

-Di Îlyada de herî zêde kîjan mijar we bandordar kir?
-Di Îlyadayê de şerek heye. Ev şer ê Troyayê ye, her çiqas li ser keçekê bê xuyan jî di 'eslê xwe de şer şerê zengîniya Troyayê ye. Piştî şer, di beşa bîst û çaran de Hektorê egîd ê nîşana berxwedanê tê kuştin. Prîamosê bavê wî bi awayeke wisa şînê dike ku ev bilêvkirin di ti berhemê de bi vî qaydeyî nehatiye ziman:Prîamosê dişibe Yezdan bersiv da, got ku: "Tu kî yî, çavê min, dê û bavê te kî ne? Tu çi xweş qal dikî ji kurê min ê bextreş."
Ji ber ku Îlyada bo Wêjeya Ewrûpayê bibû çavkaniyeke neçikiyayî, daxwaza me jî ew bû ku Homeros êdî bi Kurdî jî bikaribe biaxife; me xwest ku Kurdiya ku êdî di rêya nivîsê de gelekî pêş ve çûye, ji vê kêmasiyê jî bifilite.

-Gelo ji xeynî Îlyada wergerandina berhemên din jî dê bibe?
-Em hêvîdar in, helbet wê berdewam bike. Îlyada ji bo me destpêkek bû. Em dil dikin vê carê destana berdewama Îlyadayê, Odysseîayê jî wergerînin zimanê xwe. Xeynî vê jî hin projeyên min hene, lêbelê niha ji bo diyarkirina wan hê zû ye.

-Dema ku we biryar da, berteka mixatabên mijarê çi bû?
 -Bi rastî, gelek wêjevanên Kurd bi rexneyên negatîf li ser mijarê sekinîn. Guman nedikirin ku ev destana dirêj û dijwar wergere. Lê yê ku di vê rêyê de bêrawest bû piştevan, birêz Selîm Temo bû. Rüstem Aslan ku li Zanîngeha Çanakkaleyê di Beşa Arkeolojiyê de Doçent Doktor e, zehf dixwest ev proje pêk were, wî moral û kelecan dida me. Vê destanê ji Zanîngeha Çanakkaleyê Beşa Arkeolojiyê jî piştgirî girt ku ji bo xerabûna dîwarên li hemberî Kurdî mînakek teşkîl dikir. Yên ku haya wan ji Îlyadayê hebû, yên ku baweriya wan bi hêza vî zimanî hebû her tim bi me re bûn, wan keda xwe jî mîna camêriya Hektor tev vê kedê kirin.

-Hûn reşwa niha ya Edebiyata Kurdî çawa dibînin?
-Wêjeya Kurdî îro ji berê gelek xurttir e; ev jî encama keda dildarên vê edebiyatê ye. Di van salên dawî de hejmara pirtûkên ku çap dibin ên Kurdî her çû zêde bû, ez bawer dikim wê hê jî zêde bin. Êdî her kes jî dizane ku Wêjeya Kurdî wê di wêjeya cihanê de jî cihê xwe bigire. Bi giştî, edebiyata me bi ya devkî tê nasîn; lêbelê ev nayê wateya ku Kurdî ne zimanê nivîskî ye. Dîroka wêjeya Kurdî bi rastî jî kûr e; dengbêjî jixwe kaniya wêjeyê ya qedîm e. Divê ev ekol ku berdewama çand, dîrok û wêjeyê ye, îro jî zêdetir bijî. Me pêwîst e ku bi rênîşandana Uzunan, ya Bedirxanan di vê rêyê de em pêş bikevin, ziraviya peyvên Homerosan bidin jiyîn.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder